Du navendên raberkirina rawêjakriyê bo goriyan ku ji aliyê parêzgeha NRW`yê va tên piştgirîkirin – Bek Ap (Beck Up) û OBR – Ji kesên ku ji ber êrîşên nijadperestî û rastgirane yan cûreyên tundiyên li ser esasa serhişkiyê ziyan dîtine, piştgiryê dike û rawêjakriyê raberî wan dike. Ev navend atmosfêreke ewleh jibo van kesan dabîn dikin da ku li bara tecrubeyên xwe biaxivin û alîkariya wan dike da ku li hemberî dûhatên êrîşê bi ser bikevin û nêrîneke teze bi dest bixin. Armanca van xizmetan alîkariya bo kesên ku rasterast ji kiryareke tund ziyan dîtine her wiha kes, dost, xizm û nasên wan û kesên ku ev cûre kiryar dîtine.

  • Wek mînak girêdayî bi cûreya hewcetî û tiştê ku tê xwestin ev piştgirî dikare babetên jêr bigire ber xwe:
  • Hin zanyarî li bara pirsên hiqûqî
  • Piştgiriya kesane di heyama hevpeyivîna digel polîs da û di heyama qonaxên têkildarî rayedarên din
  • Alîkariya jibo gerîna li şehed an rawêjakrê hiqûqî
  • Lêkolîne li bara mewqiyên ku dikarin gefan pêk bînin
  • Navbeynkarî li warê alîkariyên pizişkî û dermanî
  • Piştevaniya jibo amadekiirna dadxwaz/doze û şopandina wê
  • Rawêjkariya li bara rûbirûbûna digel mêdyayn û heke pêwîst be, çalakiyên li warê peywendiyên gelemperî
  • Piştevaniya jibo raberkirina daxwazê jibo cubrankirna ziyanê
  • Pêşniyarên jibo pêvajoyên hevgirtinê

Ast û tevayê qonaxên têkildarî piştevaniyê ji aliyê kesên pispor va tê diyarkirin. Ev xizmet belaş û nepenî ne û heke bên daxwazkirin, bi awayê nenas û serbixwe ji her cûre raporekê tên raberkirin. Ev rawêjkarî di esas da gerok in û li ciyekî tên raberkirin ku ji aliyê kesên ziyandîtî va tên bijartin.


Peywendî:

Back Up – Beratung für Opfer rechtsextremer und rassistischer Gewalt
Königswall 36
44137 Dortmund
Tel: 02 31 / 53 20 09 41
Fax: 02 31 / 53 20 09 44
http://backup-nrw.org 

Opferberatung Rheinland (OBR) – Beratung und Unterstützung für Betroffene rechtsextremer und rassistischer Gewalt
c/o IDA-NRW
Volmerswerther Str. 20
40221 Düsseldorf
Tel: 02 11 / 15 92 55 66
Fax: 02 11 / 15 92 55 69
www.opferberatung-rheinland.de