Flüchtlingsrat NRW e.V. Konseya Koçberiyê NRW, saziyeke çalak li warê mafên mirovan e ku jibo wergirtina mafên koçbrên ku rewşa mayîna wan nehatiye garatîkirin, dixebite. Em dixebitin ku koçberiyê wek rastiyekê bi fermî ans bikin û beşdariya beranber li civaka koçber û penaxwazan pêk were. Konseya Koçberiyê li dijî nijadperestiyê ye û firqe û mezhebeke taybet naşopîne.

Em wek Konseya Koçberiyê berjewendiyên koçberan li cem wezaretxane, rayedar û biryarderên siyasî li parêzgeha NRW`yê diparêzin. her wiha em bi mebesta ronkirina rewşa penaxwazan li NRW`yê her wiha rewşa wan li welatên ku jê hatine, çalakiyên peywendiyên gelemperî pêk tînin. Bi vê mebestê em hin daxûyaniyan didin û zanyariyan ji riya malpera xwe û lîsteyên E-Mail`ê an bi riya axaftinê raber dikin.

Em torek ji komên cûrbicûr ji wan penaxwaz, saziyên têkildarî koçberan, sazî û kesên xwebexş in. Bi mebesta danûstandina îdeyan di navebra kesên pispor hin civîn bi awayê birêkûpêk tên lidarxistin; Wek mînak civînên gelemperî ku şeş caran li salê tên lidarxistin. Em ji pêkhatina saziyên teze jibo penaxwazan piştgiriyê dikin û ji penaxwazên ku ji hêla siyasî va xwerêvebir in pêşwaziyê dikin.

Têbînî: Broşora koma Flüchtlingsrat NRW.

Me li Broşora sala 2016 ya xwe navnîşana navendên têkildarî zanyariyan û saziyên têkildarî penaberan li Nors Rayn Wêstfalyayê (North Rhine – Westphalia) ku bi awayê serbixwe ji berpirsan dixebite, berhev kirine.

Li Broşora komê, hûn dikarin van babetan bibînin:

  • Venihêrîbeke giştî li ser navendên zanyariyan û saziyên koçberan li NRW`yê: Li navçeyên (Arnsberg), Dêtmold (Detmold), Dosêldrof (Düsseldorf) , Koln (Cologne) û Monstêr (Münster)
  • Rayedarên navendî jibo navnivîsîna welatiyên biyanî
  • Xizmetên rewanî-civakî jibo koçberan
  • Navendên rawêjkariyê li bara vegeriyanê
  • Navendên şêwirîna pêşketî li bara goriyên qaçaxa mirovan
  • Komxebata federal (BAG): Penabertiya li Klîseyê
  • Konseyên Koçberiyê yên Parêzgehên federal 

Her wiha Broşora koma Flüchtlingsrat NRW e.V bi awayê berxet (Online) li çarçoveya nusxeya PDF`ê jî li ber destan e:

http://www.frnrw.de/fileadmin/frnrw/media/downloads/netzheft-aktuell.pdf

 

Zanyariyên zêdetir ji riya nivîsgeha Konseya Koçberiyê, E-Mail û telephone li ber destan e:

Geschäftsstelle Flüchtlingsrat Nordrhein-Westfalen e. V.
Wittener Straße 201
44803 Bochum
Telefonnummer: 0234 - 587315 6
Faxnummer: 0234 - 587315 75
e-mail: This email address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it.
Website: http://www.frnrw.de/