Pakêta zanyariyan a ``Koçberî û penabertiyê – Ji bo koçber û piştgirên wan`` zanyarî û kiryarên pêşniyarî jibo sekinîna li hemberî nijadperestî û cihêkariyê berhev kiriye. Ev pakêt bi hevkariya rêvebiriya têkoşîna li hemberî cihêkariyê ya NRW`yê, Konseya Koçberiyê, navenda rawêjkariya goriyên cihêkariyê û navenda rawêjkariya gerok li dijî rastgiriya zêdegav hatiye amadekirin. Ev pakêta zanyariyan bi awayê çapkirî li seranserî NRW`yê hatiye belavkirin.

Ev pakêt bi pirranî bala xwe dide ser lîsteya kiryarên ku şeş babetên wan taybetî kiryarên xêrhatingotinê û çar babet jî taybetî penaberan in. Ev lîsteya kiryaran jibo ``Alîkariya li warê xwe-alîkariyê`` hatine amadekirin û xizmetên rawêjkariyê ku hevkarên vê projeyê raber dikin, nîşan dide. 

Ji bilî viya, ev pakêta zanyariyan, komek ji mijarên têkildar û lînkan digire ber xwe. 

Hevkarên ku li vê projeyê hevkariyê dikin, jibo bersivdana bo her cûre pirseke we, tam amade ne. 

  • Servicestellen für Antidiskriminierungsarbeit (Antidiskriminierungsbüros NRW)
  • Opferberatung Rheinland (OBR) – Beratung und Unterstützung für Betroffene rechtsextremer und rassistischer Gewalt
  • Back Up – Beratung für Opfer rechtsextremer und rassistischer Gewalt
  • Flüchtlingsrat NRW e.V.
  • Jugendliche ohne Grenzen NRW (JOG)
  • RUBICON Köln
  • Aktionsgemeinschaft Junge Flüchtlinge in NRW
  • Landeskoordinierungsstelle gegen Rechtsextremismus / Landeszentrale für politische Bildung

Ermöglicht wurde das Infopaket durch Mittel des MFKJKS.